Cejna Zimanê Kurdî
Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, berîya 90 salan, daxwaz û hêviyên xwe li ser yekemîn hejmara kovara Hawarê neqişandin. Wan dida diyarkirin ku ew kovar bi mebesta vejnandina doz û zimanê kurdî derdixin pêşberî miletê xwe, da ku miletê kurd xwe nas bike, armancên xwe piştrast bike. Ev gotin li sirgûniyê hatin nivîsîn, dûrî xaka welat, ji miletê xwe cuda. Bi dizî û veşartî ew hevokên zimanê kurdî yê şêrîn , bi pênûsên zana û dilsozên welatparêz, di riya pelên Hewarê re digihiştin welêt, nav destên “xwende.û hişyaran”
Kovara Hawar, ku di 15ê gulana 1932an de, li Şama paytexta Sûriyê, jiyana xwe bi weşandina bi tîpên latînî dest pê kir, heta sala 1943an 57 hejmar weşandin. Di warê nivîsandina dîrok û çanda Kurdî de, ew kar mîna vejîneke nû tê dîtin. Vê destpêşxeriya şereşa çandî, ku 90 sal berê bi serkêşiya Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî nefret birêvebirin, îro jî ji bo lêkolînên ziman û çanda Kurdî çavkaniya sirûş û îlhamê ye.
Lewra, neyaran jî bi qasî Celadet dizanibû ku ziman hebûn û jiyan e, xwenasîn e, her weha tê digihiştin ku têkçûna mîletekî, dê bi înkar û qedexekirina zimanê wî be.
Celadet Elî Bedîrxan û hevalên xwe, dest ji doza xwe bernedan, bi hesreta welatekî azad, miletekî xwedan kesatiyeke xwenas, koça xwe ya dawî ji jiyanê kirin. Zimanê wan, ê ku têkoşîna xwe li ser ava kiribûn, sêwî û di nav dîwaran de girtî ma. Lê hebûna xwe parast, tevlî hemû uzaktaên çewisandinê , di dilê gelê kurd de jîndar ma. Li Tirkiyê heta 1980an wisa domîya.
Piştî 1980an, ji ber zext û fişarên zordarîya dewletê, gundîyan derîyê xwe vekirin û kurd derketin derve. Kurdan derîyê xwe vekirin û berê xwe dan bajaran. Di pêvajoya adaptasyonê de, zimanê piranîya malbatan guherî. Herwiha bi belavbûna tvên tirkî re, ji rexekî din ve lehiyek li ser zimanê kurdî rabû. Îro dema em bala xwe didinê, di mala her kurdî de, tirkî tê axaftin. Ev yek her roj, bîst û çar saetan dom dike. Ne giring e ku di wan xaniyan de kî bi tirkî diaxive, dibe ku ev tv be an jî endamên malê bi xwe bin. A muhîm ew e ku kurdî, ango zimanê wan bixwe, nayê bikaranîn, an jî tê bikaranîn lê di performanseke daketî de. Mirov nikare texmîn bisiklet, ku ev rewşa xembar dê heta kengî dom bisiklet, lê mirov nikare hêviya xwe jî bibire. Ji ber ku alternatîfên têkoşîna kurdan a li ser ziman û hebûnê, çîqas diçe berfireh dibe. Îro li başûrê Kurdistanê û Rojava zimanê kurdî fermî ye û perwerde bi kurdî heye. Li Tirkiyê Mamosteyên zimanê kurdî û xwendekarên wan, Zarok tv, rojnameyên bi kurdî, platformên medyayên civakî ên bi kurdî û çalakiyên li ser ziman di vê rewşa xembar de, cihê kêfxweşiy Lê divê neyê jibîrkirin ku rêyeke dirêj li pêşiya kurdan heye û ev rê bi axaftin û perwerdeya zimanê dayîkê temam dibe.
Ji alîyê kurdan ve, ji 2006 an û bi şûn ve, roja 15ê gulanê wekî “Cejna Zimanê Kurdî” tê pîrozkirin. Helbet tiştekî ku em pîroz bikin, hema em karin bêjin, nemaye. Lê armanc ew e ku hişyariya derbarê zimanê kurdî bê zêdekirin, û şîreta Celadet Elî Bedîrxan û hevalên wî neyê jibîrkirin. Bi vê mebestê, Roja Cejna Zimanê Kurdî li we pîroz dikim!
Bi kurdî bijîn, xweş bijîn!
Orhan Budak -15-05-2021